Zêdebûna hejmara kuştîyên teqîna li Bexdayê
May 20, 2017 13:56 Asia/Tehran
Di encama teqîna 2 maşînên bombekirî li devera Ebûdeşîr li başûra Bexdayê da, 30 kes hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora televîzyona Al Mayadeen`ê, sertîp Seid Mein berdevkê fermandetîya opêrasyona Bexdayê ragihand: Maşîneke bombekirî li nuqteya lêgerînê li nêzîkî derîyê devera Ebûdeşîrê û ya din jî nêzî 30 mêtran dûrî maşîna yekem teqîya.
Li nav maşîna yekem da xwekujek û li nav a duyem jî 2 xwekuj hebûn.Koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsîya her du êrişan da ustîyê xwe.
Wezareta Ceryanê ya Iraqê jî bal kişand ser êrişa têrorîstî ya ser tîreke veguhestina ceryanê li Remadî li rojavaya Bexdayê û ragihand: Di encama vê êrişê da ev tîra ketîye erdê û veguhestina elektirîkê ber bi hêzgeha Hîtê hatîye sekinandin.