Taxa El Werşanê li rojavaya Mûsilê hat azadkirin
Hêzên elwehiyê yên Iraqê taxeke din li rojavaya Mûsilê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Serleşker Reşîd Yarellah fermandarê opêrasiyona azadkirina Mûsilê li bakurê Iraqê roja îniyê got: Hêzên taybet ên dijî têrorîsmê Taxa El Werşanê li rojavaya Mûsilê ji bin kontrola DAIŞ`ê derxistin.
Hêzên iraqî bi azadkirina vê taxê xeleka dorpêça çeteyên DAIŞ`ê li beşa qedîm a Mûsilê tengtir kirin.
Ji aliyê din va hêzên Heşdê Şeibî firokexaneya leşkerî ya Sehla Şengalê azad kirin.
Taxima hêzên Heşdê Şeibî li Iraqê nîvroja îro pêncşemiyê qala azadkirina firokexaneya leşkerî ya Sehla Şengalê li başûrê El Qîrvanê ji bin kontrola koma DAIŞ`ê azad kirin.
Van hêzan îro gundê Kirkeyê li vê navçeyê jî azad kirn.
Li gorî raporên herî dawiyê, têrorîstên DAIŞ`ê niha tenê kêmtir ji sedî 10`ê rojavaya Mûsilê di destê wan da ye. Mûsil li bereberê azadbûna tam da ye û Domînoya têkçûna DAIŞ`ê zûtirkê tê kemilandin.
Hêzên iraqî di dewama opêrasiyona xwe karîn ku li perravên rojavayî yên çemê Dicleyê pêşdaçûneke berfire pêk bînin ku bi vî karî pêngaveke din nêzikî azadkirina tam a bajarê Mûsilê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê bûne.
Piştî azadkirina 4 taxên rojavaya Mûsilê di encama opêrasiyona artêşê di destpêka vê heftiyê, hêzên iraqî êvara pêncşemiyê karîn ku taxa El Refayiyê li rojavaya Mûsilê jî ji bin dagirkeriya têrorîstan azad bikin.
Yekîneya dijî têrorîsmê ya Iraqê jî opêrasiyona xwe ji bo azadkirina du taxên El Zencelî û El Necarê dest pê kirin.
Li gorî rapora rayedarên herêmî niha derdora 500 têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê ne ku pirraniya wan li navçeyên qelebalix ên vî bajarî bi cih bûne.
Li gorî nûçeyeke din, rayedarekî li parêzgeha El Enbara Iraqê qala opêrasiyona Helîbordê ya hêzên amerîkî li dorhêla bajarê El Bukemalê li parêzgea Dêyr El Zorê li sînorê Sûriye û Iraqê kir.