Baylozê Îranê li Bexdayê: Îran ji tenahî û ewlehiya Iraqê piştevaniyê dike
Baylozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê: Îran hertim palpiştê gelê Iraqê ye û bona pêkhatina ewlehî û tenahiya li Iraqê û navçê dixebite.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Îrec Mescidî baylozê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya tev Eyad Elawî alîkarê serokkomarê Iraqê destnîşan kir; ``Ser bawera îraniyan Elawî kesyetiyekî netewî ye ku gelê Iraqê gelekê hejî wî dikin`.
Eyad Elawî jî li vê hevdîtinê got: `Navçeya Rojhilata Navînê êdî nikare şerekî din tamil bike û pêwîst e em hemû alîkariya hevdu bikin ta ku ewlehiyê bizivirînin navçê`.
Eyad Elawî li vê hevdîtinê bal kişande ser peywendiyên dîrokî û coxrafiyayî yên di navbera Îran û Iraqê û Îran wek cînarê herî girîng ê Iraqê da zanîn û daxwaza birêketina konferansa ewlehî û navçeyî bi pişkdariya Îranê bi armanca zêdebûna hevkariyên navçeyî kir.