Baylozê Îranê li Bexdayê: Îran ji tenahî û ewlehiya Iraqê piştevaniyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261582-baylozê_Îranê_li_bexdayê_Îran_ji_tenahî_û_ewlehiya_iraqê_piştevaniyê_dike
Baylozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê: Îran hertim palpiştê gelê Iraqê ye û bona pêkhatina ewlehî û tenahiya li Iraqê û navçê dixebite.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2017 09:53 Asia/Tehran
  • Baylozê Îranê li Bexdayê: Îran ji tenahî û ewlehiya Iraqê piştevaniyê dike

Baylozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê: Îran hertim palpiştê gelê Iraqê ye û bona pêkhatina ewlehî û tenahiya li Iraqê û navçê dixebite.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Îrec Mescidî baylozê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya tev Eyad Elawî alîkarê serokkomarê Iraqê destnîşan kir; ``Ser bawera îraniyan Elawî kesyetiyekî netewî ye ku gelê Iraqê gelekê hejî wî dikin`.

Eyad Elawî jî li vê hevdîtinê got: `Navçeya Rojhilata Navînê êdî nikare şerekî din tamil bike û pêwîst e em hemû alîkariya hevdu bikin ta ku ewlehiyê bizivirînin navçê`.

Eyad Elawî li vê hevdîtinê bal kişande ser peywendiyên dîrokî û coxrafiyayî yên di navbera Îran û Iraqê û Îran wek cînarê herî girîng ê Iraqê da zanîn û daxwaza birêketina konferansa ewlehî û navçeyî bi pişkdariya Îranê bi armanca zêdebûna hevkariyên navçeyî kir.