Sefera serokkomarê Iraqê bo Urdinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261482-sefera_serokkomarê_iraqê_bo_urdinê
Nunerê parlemana Iraqê got: Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê îro pênşemiyê jibo hevdîtin û gotûbêja tev paşayê Urdinê berê xwe da Umanê.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
May 18, 2017 12:12 Asia/Tehran
  • Sefera serokkomarê Iraqê bo Urdinê

Nunerê parlemana Iraqê got: Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê îro pênşemiyê jibo hevdîtin û gotûbêja tev paşayê Urdinê berê xwe da Umanê.

  Li gorî rapora IRNA`yê, Ebas El-Beyatî endamê komîsyona  peywendiyên derve yê parlemana  Iraqê û ragihand: Fuad Mesûm li vê seferê tev paşayê Urdinê li bara civîna Riyazê û avedankirina  Iraqê behs û gotûbêjê dike.

Serokkomarê Iraqê her wiha  tev Mesûd Barzanî li bara çareserkirina  pirsgirêkên navbera liv û tevegrên siyasî li Kurdistana Iraqê gotûbêjê bike.

 Fuad Mesûm piştî Umanê jibo beşdariya  li civîna  erebî-emerîkî dê here Erebistanê. Ev civîna  dawiya vê mehê dê li Riyazê were li dar xistin.

Ji hêla din va, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê jî îro jibo pişkdarîya li civîna Aborîya Behr ul Meyitê çû şarê Emanê. Barzanî li gorî teylîfa fermî ya Melik Evdila paşayê Urdinê çûye vî welatî.