Sefera serokkomarê Iraqê bo Urdinê
Nunerê parlemana Iraqê got: Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê îro pênşemiyê jibo hevdîtin û gotûbêja tev paşayê Urdinê berê xwe da Umanê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ebas El-Beyatî endamê komîsyona peywendiyên derve yê parlemana Iraqê û ragihand: Fuad Mesûm li vê seferê tev paşayê Urdinê li bara civîna Riyazê û avedankirina Iraqê behs û gotûbêjê dike.
Serokkomarê Iraqê her wiha tev Mesûd Barzanî li bara çareserkirina pirsgirêkên navbera liv û tevegrên siyasî li Kurdistana Iraqê gotûbêjê bike.
Fuad Mesûm piştî Umanê jibo beşdariya li civîna erebî-emerîkî dê here Erebistanê. Ev civîna dawiya vê mehê dê li Riyazê were li dar xistin.
Ji hêla din va, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê jî îro jibo pişkdarîya li civîna Aborîya Behr ul Meyitê çû şarê Emanê. Barzanî li gorî teylîfa fermî ya Melik Evdila paşayê Urdinê çûye vî welatî.