Azadkirina 3 gundên din ên Qeyrewanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261468-azadkirina_3_gundên_din_ên_qeyrewanê
Hêzên gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) li operasiyona xwe ya Muhemed Resûlullah`ê 3 gundên din ên başûr û bakûra navça Qeyrewanê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî ji destê terorîstan azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2017 10:21 Asia/Tehran
  • Azadkirina 3 gundên din ên Qeyrewanê

Hêzên gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) li operasiyona xwe ya Muhemed Resûlullah`ê 3 gundên din ên başûr û bakûra navça Qeyrewanê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî ji destê terorîstan azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona xwe ya Muhemed Resûlullahê îro pêncşemê 3 gundên din ên derûdora Qeyrewanê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî ji destê terorîstan azad kirin û piştî azadkirina gundê Xems Telol li başûra Nêynewayê niha nîzikî balafirgeha Sehl Sencarê bûne.

Hêzên Heşdi Şeibî yêna Iraqê herwisa gundê Edhîle li başûra Qeyrewanê jî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin û alaya Iraqê li ser avahiyên vî gundî bilind kirin.

Heşdi Şeibî herwisa bal kişande ser azadkirina gundê Eyn Fethê li bakûra Qeyrewanê ji destê terorîstan ragihand ku niha riya Til Qeseb- Qeyrewanê ketiye destê hêzên iraqî û riya alîkarîgihandina bo terorîstên DAIŞ`ê qut bûye.