Bombedanîna terorîstên DAIŞ`ê li deriyên malên nav Mûsilê
Terorîstên DAIŞ`ê bona ku nehêlin xelkê sivîle nav Mûsilê ji nav malên xwe derkevin li ber deriyên malên wan bombe danîne.
Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Ebdulqenî El-Esedî serokê saziya xebata dijî terorîzma Iraqê ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê li navça El-Seheya Mûsilê destên xelkê girê didin û ji xelkê sivîl wekî mertala însanî istifade dikin û li ber deriyên xelkê bombeyan datînin ta ku xelk ji malên xwe dernekevin.
Ebdulqenî El-Esedî got: grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li du rojên bihurî dinav 30 erebeyên curbicur bombe danîne bona êrişa ser hêzên iraqî li nav Mûsilê.
Serokê saziya xebata dijî terorîzma Iraqê herwisa bal kişande ser dewama pêşketina hêzên iraqî dijî terorîstên DAIŞ`ê li du navçên El-Refayî û El-Necar li nav bajarê Mûsilê û ragihand ku bi vê zûtiyê memûriyeta hêzên iraqî dê kuta bibe û terorîst dê bitamî li nav axa Iraqê dê rastî işkestê werin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.
Operasyona azadkirina pêgeha hewayî ya El Qiyarê, ji 18`ê Hezîrana buhurî ve hevgavê azadkirina El Şerqatê li parêzgeha Selaheddînê, dest pê bû.