Cinayetên nû yên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê
May 17, 2017 09:49 Asia/Tehran
Bingehên nûçan îro çarşemê ragihandin ku terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê 64 kesên sivîle iraqî ku dil hebûn ji destê terorîstan birevin dane ber gullan û kuştin.
Li gor rapora rojnama misrî ya El-Şirûq, 64 kesên sivîl ku dil hebûn îro xwe ji riya Dicleyê bigehînin aliyê rojhilata Mûsilê ku di destê hêzên iraqî daye , terorîstên DAIŞ`ê ewna dane ber gulan û hemû kuştin.
Hefta bihurî jî terorîstên DAIŞ`ê 17 kesên sivîl ku dil hebûn ji rojavaya Mûsilê birevin kuştin.
Ji destpêka operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê nîzikî 16 hezar û 500 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hatine kuştin.
Operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji Cotmeha sala 2016 ser fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû.