4 kuştî û birîndar di encama teqîna li bakûra Bexdayê de
May 16, 2017 14:43 Asia/Tehran
Çavkaniyeka ewlehiyê ya Iraqê ji qewimîna teqînekê li bakûra Iraqê agahî da ku di encama wê de çar kesên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Wai a Iraqê, çavkaniyeka ewlehiyê ya Iraqê, nîvroja îro sêşemiyê ragihand: Bombeyeka li rex cadeyê li nêzîkî firoşgehekê li derdora navçeya Şêx Hemeda li bakûra Bexdayê teqiya ku di encama wê teqînê de kesek hate kuştin û sê kes jî birîndar bûn.