Îbrahîm Ceferî: PKK li ser daxwaza Iraqê derbasî vî welatî nebûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261328-Îbrahîm_ceferî_pkk_li_ser_daxwaza_iraqê_derbasî_vî_welatî_nebûye
Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Hebûna rêxistinên wek Partya karkerên Kurdistanê (PKK) li nav axa vî welatî, li ser daxwaza dewleta Bexdayê nebûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2017 13:52 Asia/Tehran
  • Îbrahîm Ceferî: PKK li ser daxwaza Iraqê derbasî vî welatî nebûye

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Hebûna rêxistinên wek Partya karkerên Kurdistanê (PKK) li nav axa vî welatî, li ser daxwaza dewleta Bexdayê nebûye.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, bal kişand ser vê yekê ku Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi awayekî dîrokî ji Tirkiyê hatiye û bi zexta dewleta Enqerê li çiyayên Qendîlê bicih bûye û got: PKK li ser biryara Iraqê derbasî vî welatî nebûye, wisan ku terorîstên DAIŞ`ê bêyî hevahengiyê, li Mûsilê bicih bûne.

Îbrahîm Ceferî bal kişand ser vê yekê ku Iraq bûye goriyê hin rêxistinan ku ketine nav axa vî welatî û li ser çareseriya pirsgirêkên ewlehiyê yên Iraqê jibo pêşîgirtina ji derbasbûna ji sînoran sekinî.

Kerîm el Nûrî, fermandeyekî Heşdi Şebî ya Iraqê jî berî niha pêgîrî kiribû ev hêzana wê îznê nedin ku PKK li axa Iraqê bimîne.

Herwiha Erşed Salihî, serokê bereya Tirkmanên Iraqê ji nerizamnediya tirkmanên Kerkûkê li hember liv û tevgerên Partya karkerên Kurdistanê (PKK), agahî da.

Li gorî gotina Salihî, piştî sefera nêzî salekê beriya niha ya Sali8h Muslim, hevserokê Partya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê (PYD) bo Kerkûkê û hevdîtina wî ya bi parêzgar, karên destpêkê yên jibo hebûna PKK`ê li Kerkûkê cih hatin.

Erkantiya hevpar a artêşa Tirkiyê, duh duşemiyê ragihand: 10 endamên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK), di encama êrişa balafirên cengî yên Tirkiyê ser bakûra Iraqê de hatine kuştin.