DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261308-daiŞ_li_mûsilê_16_sivîlên_ku_dixwestin_birevin_îdam_kirin
Operasona rizgarkirina bajarê Mûsilê bi hemû hêza xwe berdewam e. Rêxistina terorîst a DAIŞ`ê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2017 12:26 Asia/Tehran
  • DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin

Operasona rizgarkirina bajarê Mûsilê bi hemû hêza xwe berdewam e. Rêxistina terorîst a DAIŞ`ê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin.

Berpirsê ragihandinê yê çiqa PDK li Mûsilê, Seîd Memozînî ji ajansa nûçan a Spûtnîkê re ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li herêmea Qeyrewanê 16 sivîlên ku dixwestin ji destê wan birevin îdam kirin. Di meha dawîyê de li Mûsilê 325 sivîlên ku dixwestin birevin bi destê têrorîstên DAIŞ`ê hatine îdamkirin.

Seîd Memozînî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li rojavayê Mûsilê şer û pevçûnên navbera artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞ`ê de pir dijwar bûne û ev şer bandoreke neyînî li sivîlan dike. Şerê Mûsilê bi zahmetî dimeşe û pir sivîl têne kuştin. Çimik terorîstên DAIŞ`î sivîlan wekî mertal bikar tînin û yên ku direvin jî îdam dikin. Qenasên DAIŞ`î dikevin nava malên sivîlan û şerê artêşê dikin û ev jî dibe sedema kuştina sivîlan."

Memozînî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li herêma Qeyrewanê 16 sivîlên ku xwestin ji destê DAIŞ`ê birevin hatin girtin û DAIŞ`ê paşê ew îdam kirin. DAIŞ naxwaze sivîl birevin ji bo ku wan ji xwe re wekî mertalê zindî bikar tîne. Ji ber êrişên DAIŞ`ê sivîlên herêma Mûsilê di rewşeke pir aloz de ne."