Azadiya 36 gundan heya niha li Mûsilê ji destpêka azadkirina El-Qîrvanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261266-azadiya_36_gundan_heya_niha_li_mûsilê_ji_destpêka_azadkirina_el_qîrvanê
Berdevkê Hêzên Heşda Şebî ragihand ku 36 gund ji destpêka azadkirina El-Qîrvanê li rojava Mûsilê heya niha hatine rizgarkirin.
(last modified 2024-10-09T14:05:49+00:00 )
May 16, 2017 07:52 Asia/Tehran
  • Azadiya 36 gundan heya niha li  Mûsilê ji destpêka  azadkirina  El-Qîrvanê

Berdevkê Hêzên Heşda Şebî ragihand ku 36 gund ji destpêka azadkirina El-Qîrvanê li rojava Mûsilê heya niha hatine rizgarkirin.

  li gorî rapora roja sêşemiyê ya Tesnîm Newsê, Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên Heşda Şebî ya Iraqê bal kişand ser giringiya  stratejîk a qonaxa dudiyan a operasyona  aadkirina navça El-Qîrvanê ji lepên terorîstan û got : Piştî dorpêçkirina  Teleferê ji aliyê hêzên iraqî, DAIŞ`ê navçên  El-Qîrvanê û El-Beacê wek navenên  fermandehoyê bijart ku eva nîşana stratejîkbûna  van navçana jibo terorîstan e.

 Hêzên Heşda Şebî ya Iarqê piştî dorpêçkirina  Teleferê li parêzgeha  Neynewayê, îniya buhurî li rojava  vî bajarî operasyonek jibo rizgarkirina  navça El-Qîrvanê û gundên  derdora wê destpê kirin.

 Fermandehiya operasyona azadkirina  Neynewayê jî ragihand ku  Hêzên rawestana li ber terorîzma  Iraqê, taxa  El-Erîbî li kêleka  rastê Mûsilê ji lepên  DAIŞê rizgar kirin.