Hevdengiya Heşdi Şeibî û hêzên Pêşmerge
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261206-hevdengiya_heşdi_Şeibî_û_hêzên_pêşmerge
Berdevkê teşkîlata Heşdê Şebî ya Iraqê got: Hêzên Heşdê Şebî tev hêzên pêşmergê yên kurd li navçên rojavaya parêzgeha Neynewayê hevdengiyeke baş bi hev re hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 15, 2017 14:30 Asia/Tehran
  • Hevdengiya Heşdi Şeibî û hêzên Pêşmerge

Berdevkê teşkîlata Heşdê Şebî ya Iraqê got: Hêzên Heşdê Şebî tev hêzên pêşmergê yên kurd li navçên rojavaya parêzgeha Neynewayê hevdengiyeke baş bi hev re hene.

 Li gorî rapora Fars Newsê, ji zarê malpera iraqî ya Someriye Newsê, Ehmed El-Esedî, berdevkê, berdevkê teşkîlata  Heşdê Şebî ya Iraqê, roja duşemiyê li daxûyaniyekê li berteka  li hember rapora hin medyan ji zimanê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê li bara  Heşdê Şebî, diyar kir: Kanalên fermî yên Heşdê Şebî û pêşmergên kurd bi hev re di peywendiyê de ne.

 Ehmed El-Esedî tekez kir: Hevdengiya Heşdê Şebî û pêşmergên Kurdistana Iraqê ne meseleyek teze ye û ev hevdengiya ji berê va hebûye û Heşdê Şebî li gorî gotina medyan bi pêşmergan re têkiliyê nake.

 Hin medya ji zarê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ragihandibûn ku  wî ferman daye hêzên pêşmerge da ku nehêlin hêzên Heşdê Şebî derbasî nav  gund û navçên êzdiyan li Şingalê bibin.