Rengvedana hilbijartinên serokomarîya Îranê li mêdyayên iraqî
Ajansa nûçan a Al Mesele ya Iraqê bi çend parlimanterên vî welatî re hevpeyvîn pêk anîye û nêrînên wan li bara hilbijartinên serokomarîya Îranê pirsîye û radigihîne ku cîhan bi coş û hestyarîyê li benda encamên hilbijartinên Îranê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ajansa nûçeyan a Al Meselê ya Iraqê îro ragihand ku kesayetîyên sîyasî yên iraqî ji alî û fikrên curbicur li bara rola erênî ya Îranê li warê piştgirîya ji Iraqê li têkoşîna dijî têrorîsmê da li xwe mukur tên û bijareyên sîyasî li asta navnetewî, yên ereb û iraqî,misogerbûna rêbaza sîyasî ya Îranê li hemberî dosîyên hestyar ên deverê piştrast dikin.
Rezaq Heyderî endamê parlimana Iraqê ji Hevalbendîya Netewî ya Şîeyan bal kişand ser rola erênî ya Îranê li warê piştgirîya ji Iraqê di mijara têkoşîna dijî têrorîsmê da û got ku encamên hilbijartinên Îranê aramî û istiqrar jibo herêmê anîne.
12`emîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê û 5`emîn dewra hilbijartinên civatên islamî yên gund û bajêran yê roja înî 19`ê Gulanê bên lidarxistin.