Kuştina zêde ji 100 endamên DAIŞ`ê li Mûsila Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261132-kuştina_zêde_ji_100_endamên_daiŞ_ê_li_mûsila_iraqê
Fermandê polîsê navendî yê Iraqê ragihand ku zêde ji 140 kes ji endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê li navça El-Herematê li rojava Mûsilê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2017 14:58 Asia/Tehran
  • Kuştina zêde ji 100 endamên DAIŞ`ê li Mûsila Iraqê

Fermandê polîsê navendî yê Iraqê ragihand ku zêde ji 140 kes ji endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê li navça El-Herematê li rojava Mûsilê hatine kuştin.

  Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîzyona  Sky Newsê, Şakir Cewdet fermandê polîsê navendî ya Iraqê ragihand ku  hejmareke zêde ji endamên  grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li operasyona  hêzên polîsê Iraqê li rojava Mûsilê hatin kuştin ku hin ji wan kemberên  teqînê girêdabûn xwe.

  Li gorî gotina Şakir Cewdet, terorîstan dixwestin bi teqandina kemberên  xwe pêşiya pêşdeçûna  hêzên iraqî bigrin.

 Cewdet got : Li encama operasyona  hêzên iraqî li navça  El-Hermatê zêde ji 40 trimbêlên bombekirî îmha bûn û bi sedan bombe  jî livê navçê hatin pûç kirin.

 Di eynî demê de Wehab El-Tayî şêwirmendê medyayî yê wezareta karên hundir a Iraqê got : Zêde ji sedî 90 ê bajarê Mûsilê ji lepên  grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.

 Operasyona azadkirina  Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê ji lepên DAIŞ`ê ji Cotmeha 2016an  destpê bûye.

 Operasyona  azadkirina  Mûsilê, navenda parêzgeha  Neynewayê ji lepên DAIŞ`ê ji Cotmeha 2016`an  destpê bû. Rojhilata Mûsilê ji kontrola DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin û operasyona  azadkirina  rojava Mûsilê tim didome.