Kuştina zêde ji 100 endamên DAIŞ`ê li Mûsila Iraqê
Fermandê polîsê navendî yê Iraqê ragihand ku zêde ji 140 kes ji endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê li navça El-Herematê li rojava Mûsilê hatine kuştin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîzyona Sky Newsê, Şakir Cewdet fermandê polîsê navendî ya Iraqê ragihand ku hejmareke zêde ji endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li operasyona hêzên polîsê Iraqê li rojava Mûsilê hatin kuştin ku hin ji wan kemberên teqînê girêdabûn xwe.
Li gorî gotina Şakir Cewdet, terorîstan dixwestin bi teqandina kemberên xwe pêşiya pêşdeçûna hêzên iraqî bigrin.
Cewdet got : Li encama operasyona hêzên iraqî li navça El-Hermatê zêde ji 40 trimbêlên bombekirî îmha bûn û bi sedan bombe jî livê navçê hatin pûç kirin.
Di eynî demê de Wehab El-Tayî şêwirmendê medyayî yê wezareta karên hundir a Iraqê got : Zêde ji sedî 90 ê bajarê Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.
Operasyona azadkirina Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê ji lepên DAIŞ`ê ji Cotmeha 2016an destpê bûye.
Operasyona azadkirina Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê ji lepên DAIŞ`ê ji Cotmeha 2016`an destpê bû. Rojhilata Mûsilê ji kontrola DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin û operasyona azadkirina rojava Mûsilê tim didome.