Çend fermandeyên DAIŞ`ê li rojavaya Al Anbarê hatin kuştin
Berpirsên iraqî ragihandin balafirên cengê yên vî welatî li cihê civîna girîng a fermandeyên DAIŞ`ê li şarê Qaim li rojavaya parêzgeha Al Anbarê dane û hejmarek ji wan hatine kuştinê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, dayra propaganda şêrr a Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku fermandeyên koma têrorîst a DAIŞ`ê civîneke girîng bi armanca plankarîya jibo cihanîna êrişên curbicur di meha Remezanê da li şarê Qaimê lidar xistibûn ku ev civîna bû armanca êrişa deqîq a balafirên cengê yên Iraqê.
Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Dayra Lêzanînan a Al Suqûrê ser bi Navenda Lêzanînên Iraqê bi hevdengîya ligel fermandeyên opêrasyona hevpar, opêrasyoneke taybet cih anî û di encamê da karî êrişî civîna girîng a fermandeyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li bajarê Qaimê bike û 13 kesî ji wan bikuje û çend kes jî birîndar bûn.
8 armancên din ji wan cebilxanên çek û mûşekan, kargeha bicihkirina bombeyan li maşînan ên ser bi Wilayeta Cizîrê jî ketin ber êrişê û jinav çûne û herwiha di encamê da hejmarek têrorîstên DAIŞ`î hatine kuştinê.