Sînorên Sûrîyê armanca din a hêzên iraqî piştî azadkirina Qeyrewanê
Dewsgirê fermandeyê hêzên Heşdi Şeibî ragihand: Hêzên iraqî piştî azadkirina devera Qeyrewanê, yê bera xwe bidin sînorên Sûrîyê.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, Ebû Mehdî Muhendis cîgirê fermandeyê hêzên Heşdi Şeibî bal kişand ser pêşdaçûna hêzên seferberîya gelanî ango Heşdi Şeibî ber bi devera Qeyrewanê li rojavaya Tileferê û got: Erka hêzên Heşdi Şeibî piştî azadkirina devera Qeyrewanê, yê azadkirina devera Beacê li sînorê Sûrîyê be.
Muhendis herwiha got: Devera Qeyrewanê zeliqîye sînorên Iraq û Sûrîyê û derbasgeha têrorîstan bo nav Iraqê tê hesêb û armanca vê opêrasyonê qutkirina têkilîya têrorîstên DAIŞ`ê ên li Iraqê ligel welatên piştgirê vê koma têrorîst e.
Dewsgirê fermandeyê hêzên Heşdi Şeibî herwiha pêkutî kir, devera Tileferê li parêzgeha Nêynewayê tam ji hêla hêzên Heşdi Şeibî va hatîye dorpêçkirin.
Ajansa nûçan a El Mayadînê (Al Mayadeen) jî ragihand ku azadkirina devera Xîfîsê di duyemîn roja opêrasyona azadkirina herêma Qeyrewanê da, serkevtina herîmezin a hêzên Heşdi Şeibî ye.
Di encama opêrasyona hêzên Heşdi Şeibî da ku ji roja pêncşemê va li rojavaya Nêynewayê ber bi şarê Qeyrevanê li rojavaya Til Eferê destpê bûye, 22 gund hatine azadkirinê, 77 têrorîst hatine kuştinê û 15 maşînên bombekirî jî hatine têkbirinê.