Azadkirina navçeya Hawî El kenîseya Mûsilê bi destê hêzên iraqî
Hêzên iraqî îro karîn navçeya berfireh a Hawî El Kenîseyê li rojavaya Mûsilê bi tamî azad bikin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, serleşker Ebdulemîr Reşîd Yarellah, fermandeyê operasyona Mûsilê, li adxuyaniyekê ji azadbûna tam a navçeya Hawî El Kenîseyê li rojavaya Mûsilê agahî da û got: Hêzên leşkera 16`an a artêşa Iraqê karîn di vê navçeyê de xwe bigihînin çemê Diclê û zêde ji berê karîn terorîstên DAIŞ`ê dorpêç bikin.
Bi vî awayî ji dema destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê ji meha Sibata 2017`an ve heya niha li çend qonaxan, nêzî sedî 90`ê Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê derketine.
Meen Sed yek ji qumandeyên iraqî jî got: Ebûbekir El Bexdadî, endamên koma terorîst a DAIŞ`ê tenê hêla ye û reviyaye ciheka nediyar.
Di eynî demê de erkantiya serfermandariya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebayê, ragihand: Şervanên vê tevgerê, duh îniyê li qonaxa duyemîn a operasyona azadkirina El Hezer û navçeyên derdora wê li başûra Mûsilê, bi armanca azadkirin û paqijkirina erdên nêzîkî axa Sûriyê, jibo van navçeyan hatine şandin.