Heşdi Şeibî, êrişa DAIŞ`ê bi 20 trombîlên bombekirî pûç kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i261012-heşdi_Şeibî_êrişa_daiŞ_ê_bi_20_trombîlên_bombekirî_pûç_kirin
Navenda teblîxata şêrr a Heşdi Şeibî ya Iraqê ragihand şervanên vê teşkîlatê, êrişa herîmezin a koma terorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê, pûç kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2017 11:40 Asia/Tehran
  • Heşdi Şeibî, êrişa DAIŞ`ê bi 20 trombîlên bombekirî pûç kirin

Navenda teblîxata şêrr a Heşdi Şeibî ya Iraqê ragihand şervanên vê teşkîlatê, êrişa herîmezin a koma terorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê, pûç kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, navneda teblîxata şêrr a Heşdi Şeibî ya Iraqê îro şemiyê ragihand: Heşdi Şebî, li operasyonekê karî 10 trombîlên bombekirî yên terorîstan berî gihîştina bi armancê li Mûsilê biteqînin û terorîstên mayî jî ji cihê pevçûn û şêrr reviyan.

Li gorî ragihandina navenda şêrr a Heşdi Şebî a Iraqê, armanca êrişa terorîstan kêmkirina zexta operasyona hêzên Heşdi Şebî ser terorîstan li navçeya Qirewanê li rojavaya Tileferê bûye.

Li gorî vê raporê, hêzên Heşdi Şebî îro, çar gundên din li Qirewanê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Di encama operasyona Heşdi Şebî ya ji roja pêncşemiyê va li rojavayê Neynewayê ber bi bajarê Qirewanê li rojavaya Tileferê de, 21 gund azad bûn û 77 terorîst hatin kuştin û herwiha 15 trombîlên bombekirî jî teqiyan.