Terorîstên DAIŞ`ê darûberên derûdora Mûsilê şewitandin
Grûopa terorîstî ya DAIŞ`ê pê gullên hawanê darûber û cengelên derûdora Mûsilê pê gullên hawanê şewitandin.
Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Grûopa terorîstî ya DAIŞ`ê pê gullên hawanê darûber û cengelên derûdora Mûsilê pê gullên hawanê şewitandin û hêzên berevaniya medenî bona girtina van daristan şewitandinane operasiyona temirandina êgir destpê kirine.
Hatiye ragihandin ku ev daristanên derûdora Mûsilê ku ciyê ger û seyranê ye û gelek hotêl û navendên seyranê têda hene gelek girîngin û her çend terorîstên DAIŞ`ê agir berdaye van daristanan lê tu kes nehatiye kuştin.
Pêştir jî terorîstên DAIŞ`ê bona girtina pîşiya pêşketina artêşa Iraqê ber bi Mûsilê karistanekî Gogirdê li başûra vî bajarî şewitandin ku ji ber vê cinayeta terorîstan du kesên sivîl hatine kuştin û bi sedan kes ji xelkê Mûsilê ji ber dûkela vê karistanê rastî pirsgirêkan hatin û çûne nexweşxanan.
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bona girtina pîşiya pêşketina artêşa Iraqê ber bi Mûsilê her cinayetekê dijî xelkê sivîle Mûsilê cih tîne.
Bilî viya ku terorîstên DAIŞ`ê gelek ji xelkê sivîle Mûsilê hema kom kom kuştine ji xelkê sivîl jî wekî mertala însanî istifade dike.
Gor nûçeyekî din têrorîstên DAIŞ`ê li bazara herêmî ya Berkê ya devera Zencelîyê li rojavaya Mûsilê endamên 17 malbatên iraqî dan ber gulleyan.
Li cinayeteke din, koma têrorîst a DAIŞ`ê şeva buhurî maşînek li devera Hermatê li bakûra rojavaya Mûsilê teqandin ku di encamê da kesek hat kuştinê û 5 kes jî birîndar bûn.
Têrorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên bidûhev li hemberî hêzên iraqî nemaze li parêzgeha Nêynewayê, bera xwe dane kuştina sivîlan li bajarên curbicur ên Iraqê.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`an da bi piştgirîya darayî û leşkerî ya Amerîkayê û hevpeymanên wî yên rojavayî û ereb ji wan Erebistan û Tirkîyê, êrişî Iraqê kir û gellek deverên bakûr û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet kirin.