dîtina 3 gorên komkî li rojavaya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i260932-dîtina_3_gorên_komkî_li_rojavaya_iraqê
Hêzên iraqî sê gorên din ên komkî li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî dîtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2017 09:05 Asia/Tehran
  • dîtina 3 gorên komkî li rojavaya Iraqê

Hêzên iraqî sê gorên din ên komkî li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî dîtin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Emar Nûrî birêveberê saziya şehîdên El-Enbarê ji Peydabûna 3 gorên komkî li rojavaya Iraqê xeber da.

Emar Nûrî got: Sê gorên komkî li El-Enabrê hatin dîtin ku meytên esker û kesên sivîl ên iraqî ku bi destê terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin di nav van gornan hatine veşartin. Ev sê gorên hanê li girava El-Kereme li rojhilata Felûcê, navça El-Ezrekiye li bakûra rojavaya Felûcê û navenda bajarê Remadiyê bûne.

Emar Nûrî herwisa destnîşan kir: Hêtimal heye ku terorîstên DAIŞ`ê ev kesane li sala 2015 kuştibin.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê du bajarên El-Kereme û Felûcê li sala 2014 dagîr kirin û li wê çaxê vê grûpa terorîst gelek cinayet cih anîn û gelek ji xelkê sivîl û bê gunehe Iraqê kuştin.

Hêzên iraqî li sala 2016 hemû bajarên Enbarê ji destê terorîstan derxistin.