Destpêka operasiyona Heşda Şeibî bona azadkirina navça El-Qeyrewan li bakûra Iraqê
Hêzên gelanî yên Iraqê piştî dorpêçkirina Teleferê li parêzgeha Nêynewayê, operasiyona azadkirina navça El-Qeyrewanê ji destê terorîstan destpê kir.
Li gor rapora ajansa nûçan Fars News`ê, Hêzên gelanî yên Iraqê îro îniyê piştî dorpêçkirina Teleferê li parêzgeha Nêynewayê, operasiyona azadkirina navça El-Qeyrewanê û gundên derûdor ji destê terorîstan destpê kir.
Henîn Qodu Nûnerê parêzgeha Nêynewayê li parlemana Iraqê bal kişande ser destpê bûna operasiyona Heşda Şeibî bona azadkirina navça El-Qeyrewan ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragihand; Ji ber ku Telefer ji aliyê hêzên gelanî dorpêç bûye navça El-Qeyrewan dê bi rehetî ji destê terorîstan azad bibe.
Henîn Qodu bal kişande ser viya ku hêzên Heşda Şeibî rewşa mirovî ya awareyan li kempan xistine kuntrola xwe ragihand ku her niha jî alîkariyên mirovî bi berfirehî ji bo awareyan têne şandin.
Gor nûçeyekî din ji Iraqê ,di encama vê operasyonê de ku li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê ih hat, çend cihên xwedîkirina madeyên teqandinê yên DAIŞ`ê ketine destê hêzên iraqî. Hêzên iraqî herwiha karîn şeş bombeyên ku endamên DAIŞ`ê wan danîbûn, pûç bikin û qayiqekî ku endamên vê komê jibo derbasbûna ji çemê Diyalê ew bi kar tianîn, biteqînin.
Di eynî demê de hêzên Heşdi Şebî, êriş birine ser pêgehên koma terorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsila li parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê û gellek xisar li wan xistin.
Artêşa Iraqê jî li rojavaya Mûsilê, pêgehên DAIŞ`ê li du gundên Edhîle û Xelef Idrîsê, dan ber bombeyan. Di encama vê êrişê de hejmarek terorîst hatin kuştin û trombîlên wan jî hatin rûxandin.
Operasyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê ji bin lepên DAIŞ`ê, ji Cotmeha 2016`an ve dest pê bû, rojhilata Mûsilê hatiye azadkirin operasyona azadkirina rojavaya Mûsilê hîn didome.