Astengderxistina Amerîka û Tirkiyê li hember operasyona Beac û Qîrewanê li Iraqê
Berdevkekî hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ragihand ku Amerîka û Tirkiyê li hember destpêkirina operasyona Beac û Qîrewanê li rojavaya parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê, astengîyan derdixin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Cewad El Telîbawî, berdevkê leşkerî yê koma Berxwedana Îslamî, Esaib Ehl El Heq, ser bi Heşdi Şeibî, Ajansa nûçeyan a iraqî ya El Meilûme re got: Tevî zextên Amerîka û Tirkiyê, divê amadetiyên berfireh jibo azadkirina van du navçeyan pêk bên bi taybet ku ev navçeyana girêdaiyê erdên Sûriyê ne û mimkin e ku alîkariyên jibo koma terorîst a DAIŞ`ê li van navçeyan, ji aliyên erdên Sûriyê ve, pêk werin.
Elbac û Qîrewan li rojavaya parêzgeha Neynewayê, ketine ser sînorên Iraq û Sûriyê û li gorî raporan, muhtemel e Ebûbekr Bexdadî, serkirdeyê koma terorîst a DAIŞ`ê, li van navçeyan xwe weşartibe.
Tevgera Esaib Ehl El Heq, berî niha aşkera kiribû hêzên amerîkî hewl didan Ebûbekr Bexdadî, ji milê rastê yê Mûsil yan Tileferê derxînin.