DAIŞ`ê endamên 17 malbatên iraqî kuştin
Koma têrorîst a DAIŞ`ê li cinayeteke din, endamên 17 malbatên iraqî ku dil hebûn ji deverên bin lepên vê koma têrorîst li rojavaya Mûsilê birevin, kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, têrorîstên DAIŞ`ê li bazara herêmî ya Berkê ya devera Zencelîyê li rojavaya Mûsilê endamên 17 malbatên iraqî dan ber gulleyan.
Li cinayeteke din, koma têrorîst a DAIŞ`ê şeva buhurî maşînek li devera Hermatê li bakûra rojavaya Mûsilê teqandin ku di encamê da kesek hat kuştinê û 5 kes jî birîndar bûn.
Têrorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên bidûhev li hemberî hêzên iraqî nemaze li parêzgeha Nêynewayê, bera xwe dane kuştina sivîlan li bajarên curbicur ên Iraqê.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`an da bi piştgirîya darayî û leşkerî ya Amerîkayê û hevpeymanên wî yên rojavayî û ereb ji wan Erebistan û Tirkîyê, êrişî Iraqê kir û gellek deverên bakûr û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet kirin.