Teqandina çar pêgehên DAIŞ`ê li Iraqê
Hêzên ewlehiya Iraqê, di encama operasyonekê karîn çar pêgehên koma terorîst a DAIŞ`ê li bakûra rojhilata Beqûbê biteqînin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê, di encama vê operasyonê de ku li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê ih hat, çend cihên xwedîkirina madeyên teqandinê yên DAIŞ`ê ketine destê hêzên iraqî. Hêzên iraqî herwiha karîn şeş bombeyên ku endamên DAIŞ`ê wan danîbûn, pûç bikin û qayiqekî ku endamên vê komê jibo derbasbûna ji çemê Diyalê ew bi kar tianîn, biteqînin.
Di eynî demê de hêzên Heşdi Şebî, êriş birine ser pêgehên koma terorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsila li parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê û gellek xisar li wan xistin.
Artêşa Iraqê jî li rojavaya Mûsilê, pêgehên DAIŞ`ê li du gundên Edhîle û Xelef Idrîsê, dan ber bombeyan. Di encama vê êrişê de hejmarek terorîst hatin kuştin û trombîlên wan jî hatin rûxandin.
Operasyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê ji bin lepên DAIŞ`ê, ji Cotmeha 2016`an ve dest pê bû, rojhilata Mûsilê hatiye azadkirin operasyona azadkirina rojavaya Mûsilê hîn didome.