Dewama serketinên artêşa Iraqê li Mûsilê
Hêzên iraqî li dewma pêşveçûnên xwe li Mûsilê, du navçeyên El Meamil û El Senaet El Şimaliye li rojavaya Mûsilê ji bin lepên koma tedrorîst a DAIŞ`ê azad kirin.
Li gorî rapora malpera nûçeyan a El Firat News a Iraqê, Ebdulemîr Reşîd Yarelah, qumandê operasyona zadkirina parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê, îro çarşemiyê li daxuyaniyekê ragihand: Yekîneyên şerrê dijî terorîsmê li Iraqê ji bilî paqijkirina navçeyên El Meamil û El Senayet El Şimaliyê, alaya Iraqê li ser avahiyên van navçeyana daliqandin.
Li gorî vê daxuyaniyê, di vê operasyonê de, gellek xisar li koma terorîst a DAIŞ`ê ketine û gellek endamên vê komê hatine kuştinê.
Berî niha hêzên şerrê dijî terorîsmê, navçeyên pêşeyî yên Wadî Ekab û Xanim El Seyîdê li rojavayê Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê azad kiribûn.
Operasyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê, ji Cotmeha 2016`an ve li ser fermana Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, dest pê bû. Berî niha rojhilata Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê azad bibû û operasyona azadkirina rojavaya Mûsilê jî ji Sibata 2017`an ve dest pê bûye. Niha nêzî sedî 80`ê rojavayê Mûsilê ji bin lepên koma teroîst a DAIŞ`ê azad bûye.