Taxa 30`ê Temozê li rojava Mûsilê hat azadkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i260710-taxa_30_ê_temozê_li_rojava_mûsilê_hat_azadkirin
Fermandehiya operasyona azadkirina Neynewayê li bara azadkirina yek ji navendên giring ên komabûna DAIŞ`ê li rojava Mûsilê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2017 14:39 Asia/Tehran
  • Taxa 30`ê Temozê li rojava Mûsilê hat azadkirin

Fermandehiya operasyona azadkirina Neynewayê li bara azadkirina yek ji navendên giring ên komabûna DAIŞ`ê li rojava Mûsilê agahî da.

 Li gorî rapora Tesnim News`ê ji zarê Firat News`ê, fermandehiya operasyona azadkirina  Neynewayê ragihand ku hêzên vî welatî li dewama bipêşdeçûnên  xwe taxa 30`ê Temozê li rojava Mûsilê ji lepên terorîstên  DAIŞ`ê azad kirin.

 Operasyona  azadkirina Mûsilê, paytexta xwekivşkirî ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, ji 17`ê Cotmeha 2016`an û bi beşdariya  bi dehan hezar kes ji hêzên artêşê û polîsê Iraqê û bi hevrêtiya  hêzên xwebexş ê gelanî û Pêşmergên kurd destpê bû û hêzên iraqî piştî 100 rojan , rojhilata Mûsilê tam azad kirin.

 Hêzên iraqî operasyona  azadkirina  beşa rojavaya  Mûsilê ji 20`ê Sibata 2017`an va destpê kirin û ev operasyon hema wisa didome.