Ebadî: Operasyona berfireh li ser sînorên Iraq û Sûriyê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i260698-ebadî_operasyona_berfireh_li_ser_sînorên_iraq_û_sûriyê_dest_pê_bû
Serokwezîrê Iraqê ji destpêbûna operasyona leşkerî ya berfireh li rojavaya El Enbarê û nêzîkî sînorên vî welatî bi Sûriyê re agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2017 13:56 Asia/Tehran
  • Ebadî: Operasyona berfireh li ser sînorên Iraq û Sûriyê dest pê bû

Serokwezîrê Iraqê ji destpêbûna operasyona leşkerî ya berfireh li rojavaya El Enbarê û nêzîkî sînorên vî welatî bi Sûriyê re agahî da.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a ANA`yê, hevgavê pêşveçûna hêdî ya artêşa Iraqê li taxên rojavayî yên Mûsilê, Heyder El Ebadî, li civîneka çapemeniyê li navenda qumandetiya operasyona ``Firata Navîn`` li parêzgeha Kerbelayê, ji destpêbûna operasyona leşkerî ya berfire li rojavaya El Enbarê û nêzîkî sînorê bi Sûriyê re agahî da.

El Ebadî di vê civîna çapemeniyê de ku şeva buhurî (duşemiyê) li Kerbelayê pêk hat, li ser operasyoneka leşkerî li Iraqê got: ``Sînorên Iraqê ji aliyê Sûriyê ve di destê DAIŞ`ê de ne û em hewl didin ta ku pêşiya êrişên DAIŞ`ê ser hêzên xwe yên ewlehiyê bigirin û sînoran ewlh bikin``.

Hêzên hevpar ên Iraqê ji sibeha roja duşemiyê va operasyona xwe ya berfireh li dorhêla Retebê li rojavaya El Enbarê dest pê kirine.

Rayedarên leşkerî gotin: ``Ev operasyona bi beşdariya hêzên artêş, polîs, Heşdi Şeibî û eşîrên Iraqê cih tê û sîstima şerrê dijî tedrorîsmê û garda sînorvaniyê bi piştevaniya hewayî ya hêzên hevalbendiya navneteweyî têde beşdar in``.