Pêgiriya Hekîm ser derketina eskerên Tirkiyê ji nav axa Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i260662-pêgiriya_hekîm_ser_derketina_eskerên_tirkiyê_ji_nav_axa_iraqê
Serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê gote baylozê Tirkiyê li Iraqê ku hizûra eskerên tirk li nav axa Iraqê tiştekî neqanûnî ye û pêwîst e Enqere van eskeran derxîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2017 10:29 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Hekîm ser derketina eskerên Tirkiyê ji nav axa Iraqê

Serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê gote baylozê Tirkiyê li Iraqê ku hizûra eskerên tirk li nav axa Iraqê tiştekî neqanûnî ye û pêwîst e Enqere van eskeran derxîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a El-Firat`ê, Emar Hekîm Serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê li hevdîtina xwe ya îro tev Fatêh Yildiz baylozê Tirkiyê li Bexdayê ragihand; Mesela hizûra eskerên Tirkiyê li nav axa Iraqê babetek nîne ku pê derbasbûna demûgavan ji nav here û gelê Iraqê qebûl nakin eskerên Tirkiyê li nav axa wan bin.

Hekîm destnîşan kir; Eger qirar be welatek li şerê dijî terorîstan alîkariya Iraqê bike pêwîst e ev alîkariya bi hevahengiya tev dewleta Bexdayê be û Tirkiye jî gere ku vê yekê berçav bigre.

Wî bal kişande ser viya ku dewleta Iraqê li şerê dijî terorîstan ji hemû welatan û bi taybet hemû welatên cînar alîkariya fikrî, civakî û istixbaratî dixwaze, ji hemû welatan xwest ku bona avedankirina Iraqê alîkariya Bexdayê bikin.