Meşa girseyî ya iraqiyan bona diyarkirina piştevaniya ji Îsa Qasim
Bi hezaran kes ji xelkê Iraqê duh anku duşemê meşeke berfireh li hemberî baylozxana Behrêyînê li Bexdayê lidarxistin û binpêkirina mafên mirovan û hewildana Alê Xelîfeyê ji bo dadgehîkirina şêx Îsa Qasim rohaniyê derecebilind ê Behrêyînê şermezar kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bi hezaran kes ji xelkê Iraqê du duşemê meşeke berfireh li hemberî baylozxana Behrêyînê li Bexdayê birê xistin û binpêkirina mafê mirov ji aliyê Rejîma Alê Xelîfe li pirosa dadgehîkirina şêx Îsa Qasim rohaniyê derecebilind ê Behrêyînê mehkûm kirin.
Xelê Iraqê ragihandin ku hertim li kêlega xelkê Behrêyînê û şêx Îsa Qasim dê bimînin.
Gelek ji şexsiyet, karbidest û partiyên iraqî jî bêdengiya civata navnetewî li hemberî zolm û zora ku li ser xelkê Behrêyînê dibe bi tundî mehkûm kirin.
Herwisa bi hezaran kes ji xelkê Behrêyînê jî bona diyarkirina piştevaniya xwe ji Şêx Îsa Qasim rohaniyê derecebilind ê vî welatî li derûdora mala wî û li navçên curbicur xwenîşandan birê xistin û ragihandin dê dewamê bidin piştevaniya xwe ji vî rohaniyê derecebilind û dixebitin ta ku mafê xwe ji Rejîma Alê Xelîfe bistînin û qet teslîmî vê rejîmê nabin.
Rejîma Alê Xelîfe ji çend roj berî niha û bi nêzîkbûna dema dadgehîkirina Şêx Îsa Qasim rewşa awarte li nav vî welatî ragihand.
Rejîma Alê Xelîfe çend meh in navça El-Derazê xistiye bin dorpêçê û nahêle ku kes hatin-çûna mala Şêx Îsa Qasim bike.
Herwisa Rejîma Alê Xelîfe ji Hezîrana 2016`an va mafê welatîbûnê yê Şêx Îsa Qasim îbtal kiriye ku vê yekê bertekek zav a cîhanî hebûye.