Şîreta ayetullah Sîstanî li berpirsên Saziya Doxtorên Sînornenas
Merceyê derecebilind ê şîeyên Iraqê ji berpirsên Saziya Doxtorên Sînornenas xwest ku zêdetir bala xwe bidin ser rewşa awareyan li kampan û welatiyên navçeyên azadbûyî ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê.
Li gorî salixdana ajansa nûçeyan a Resayê, ayetullah Sîstanî, merceyê derecebilind ê şîeyên Iraqê roja duşemiyê li hevdîtina digel ``Bablo Marko Blanko``, birêvebirê bernameya Rojhilata Navînê li Saziya Doxtorên Sînornenas û ``Sîlviyan Gro``, serokê nivîsgeha Iraqê ya vê saziyê li bajarê Necefa Eşref, li ser cihanîna planên pizişkî û însanî yên Saziya Doxtorên Sînornenas ji bo xizmeta li awareyên iraqî bi taybet li Mûsilê pêgirî kir.
Ayetullah Sîstanî her wiha tevî sipasiya ji çalakiyên Saziya Doxtorên Sînornenas li Iraqê û hinekên din ji welatên navçeyê ku şer û pevçûnên çekdarî têda diqewimin, li ser piştgirya xwe ji hewildanên vê saziyê pêgirî kir.
Bablio Marko Blanko, birêvebirê bernameya Rojhilata Navînê li Saziya Doxtorên Sînornenas jî tevî raberkiirna raporekê li xizmetên pizişkî û însanî ku li Iraqê pêk hatine, destnîşan kir ku ev sazî piştgiriya ayetullah Sîstanî ji çalakiya xwe wek piştevaneyeke bihêz ji bo dewama xizmetên xwe yên însanî li Iraqê dizane.
Her wiha şêx ``Ebdul Mehdî Kerbelayî``, nûnerê ayetullah Sîstanî li Kerbelayê li civîna piştgirên navneteweyî yên aştiya cehanî li seyn û seraya paqij a îmam Hisên (S), li ser bikaranîna hemî derfet û îmkanan ji bo serêxwegirtina berfirekirina aştiyê li serdema niha pêgirî kir û got ku navendên cûrbicûr li Iraqê ji bo naskirina pirsgirêk û berbendên serêxwegirtina aştiyê her wiha sekinîna li hemberî wê hatine damezirandin.