Bi dehan terorîst li bakûra rojavaya Mûsilê hatine kuştin
Qumandê polîsê federal a Iraqê bal kişande ser azadbûna çend navçên din ên mêhwera El-Herematê li bakûra rojavaya Mûsilê û ragihand ku gelek terorîst jî li vê navçê hatine kuştin.
Li gor rapora televîzyona Al-Alamê, Raid Cewdet Şakir qumandê polîsê federal a Iraqê bal kişande ser operasiyona azadkirina hinek ji navçên mêhwera El-Herematê li bakûra rojavaya Mûsilê û ragihand ku li vê operasiyonê 16 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û gelek ji çek û sîlahên terorîstan jî zeft bûn.
Cewdet destnîşan kir; Yekîneyên polîsê Iraqê li aliyê başûra bajarê Qedîme pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê girtin û heta navça Muhîte dane dû terorîstan.
Ji aliyê dinve hatiye ragihandin ku hêza hewayî ya artêşa Iraq pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li navça El-Zencebîlî bombebaran kirin ku di encamê da 40 terorîst hatine kuştin.
Qumandê polîsê federal a Iraqê herwisa li van gotinên xwe ragihand ku qumandekî terorîstên DAIŞ`ê ku eslê xwe Lîbiyayiye yê ser navê Xalid Bin Welîd û 5 parêzerên wî jî li êrişa mûşekî ya artêşa Iraqê ser veşartgeha wî hatine kuştin.