Hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i260476-hejmarek_ji_çeteyên_daiŞ_ê_li_mûsilê_hatin_kuştin
Rayedarên ewlehiyê li parêzgeha Nêynewaya Iraqê, qala dewama pêşdaçûn û kuştina hejmarek ji çeteyên koma têroîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2017 12:47 Asia/Tehran
  • Hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin kuştin

Rayedarên ewlehiyê li parêzgeha Nêynewaya Iraqê, qala dewama pêşdaçûn û kuştina hejmarek ji çeteyên koma têroîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê kirin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya kanala El Iraqiyê, fermandarê opêrasiyona ``Qadimûn Ya Nêynewayê``, Ebdul Emîr Yarullah, got: Piştî şer û pevçûna di navbera hêzên iraqî û çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê, hin beşên navçeya Muşîrfeya Yekem ketin destê hêzên iraqî.

Artêşa Iraqê pêştir taxên Muşîrfeya duyem û Muşîrfeya sêyem ji destê têrorîstên DAIŞ`ê rizgar kiribûn.

Hêzên iraqî her wiha kargeheke çêkirina bomban li taxa Muşîrfeya sêyem jî desteser kirin.

Li vî halî hêzên çekdar ên Iraqê bi êrîşa li ser baregehên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê, berpirsê pizişkiyê yê Koma têrorîst a DAIŞ`ê kuştin.

Her wiha, Serhet Qadir ji berpirsên polîsê Kirkûkê li bakurê Iraqê ragihand ku êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser baregeha leşkerî ya Kêywanê li 20 kîlomitriya Kirkûkê negihîştiye encamê.

Serhet Qadir got: Li vê şer û pevçûnê hêzên iraqî herrî kêm çar çete kuştin û çend kes birîndar kirin. Li vê êrîşê du hêzên ewlehiyê yên iraqî jî hatin kuştin û şeş kes jî birîndar bûn.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji sala 2014`an va  bi ketina nav Iraqê gellek cinayet pêk anîne û hin parêzgehên vî welatî nearam kirine.