Mişêrfeya Mûşilê hat azadkirin
Qumandihiya operasiyona azadkirina parêzgeha Nêyînewayê bilî piştrastkirina azadkirina navça steratijîk a Mişêrfeyê li rojavaya Mûsilê ragihand; hêzên iraqî li bereberî azadkirina tam a bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ne.
Li gor rapora IRIB News`ê, Qumandihiya operasiyona azadkirina parêzgeha Nêyînewayê bilî piştrastkirina azadiya navça steratijîk a Mişêrfeyê li rojavaya Mûsilê ragihand; kêm maye ku hêzên iraqî bajarê Mûsilê tam ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin tenê 12 navçeyên nav Mûsilê di destê terorîstan da ne û tiştek nemaye ku rojavaya Mûsilê jî bi tamî ji destê terorîstên DAIŞ`ê bê azadkirin.
Hatiye ragihandin ku terorîstên DAIŞ`ê ku van rojana li nav Mûsilê rastî işkestên giran hatine , niha xelkê sivîl wekî mertala însanî istifade dikin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.