Destpêbûna operasyona leşkerî ya artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê li Diyalê
Hêzên leşkerî û ewlehiyê yên hevpar ên Iraqê, bi beşdariya teşkîlata Heşdi şeibî, operasyona xwe ya leşkerî ya berfireh li parêzgeha sînorî ya Diyalê li rojhilata Iraqê dest pê kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Mezher El Ezawî, qumandê operasyona ewlehiya Diclê li parêzgeha Diyalê, malpera iraqî ya nûçeyan a Sûmeriye News`ê re got: Ev operasyona ji sibeha roja şemiyê ve û bi beşdariya hêzên polîs û artêşê û bi piştevaniya hêzên Heşdi Şebî li navçeyên Hewz El Nida, Hemerîn, Wadî El Selab û girikên Qizlaqê li parêzgeha Diyalê dest pê bûye.
El Ezawî, herwiha got: Helîkopterên artêşa Iraqê li destpêka operasyona li parêzgeha Diyalê karîn trombîleka bombekirî ya li navçeya Girikên Qizlaqê biteqînin û hevgavê wê terorîstek ku ji aliyê sîstima dadweriyê ya Iraqê ve dihate şopandin, hate girtin.
El Ezawî, armancên vê operasyona leşkerî ya berfireh, paqijkirina navçê ji endamên veşartî yên koma terorîst a DAIŞ`ê û baştirkirina aramî û ewlehiyê li navçeyên curbicur ên li parêzgeha Diyalê dan zanîn.
Di eynî demê de, hêza hewayî ya Iraqê, êriş bire ser istûneka endamên ser bi DAIŞ`ê ku ji 15 trombîlên hilgirê çekan û zêde ji 60 kes ji endamên vê koma terorîst pêk dihat, li ser rêya Bexda- Terîbîlê ku ketiye rojavaya Iraqê ku di encama vê êrişê de trombîlên ser bi DAIŞ`ê hatin rûxandin pû bi dehan endamên koma terorîst a DAIŞ`ê hatin kuştin.