Sekinîna li ser birêveçûna hilbijartina meclisa Iraqê li dema kivşbûyî
Serokkomarê Iraqê li ser pêwîstiya birêvebirina hilbijartina meclisa vî welatî li dema kivşbûyî pêgîrî kir.
Biryar e hilbijartina meclisa Iraqê meda Adara 2018`an were lidarxistin.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê li hevdîtina bi Nûrî El Malikî, Eyad Elawî û Usame Nuceyfî ku alîkarên wî ne, jibilî hilkolandina alûgorên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê, xwest ku rewş jibo garantîkirina birêçûna hilbijartina meclisê li dema kivşbûyî xweş bibe.
Serokkomarê Iraqê û alîkarên wî , li vê hevdîtinê qedrê serketinên ku ji aliyê hêzên çekdar ên Iraqê li şerrê dijî DAIŞ`ê û sekinîna li hember terorîsmê bi dest hatine, girt û li ser pêwîstiya zêdekirina tivdîrên pêwîst jibo parastina canê sivîl û awareyan û komkirina hewldanên neteweyî û piştgiriya navneteweyî bona parastina aramî û ji nûve avakirina navçeyên azadbûyî li Iraqê pêgîrî kirin.
ji aliyê din ve hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi ketina nav hin navçeyan li bakûra pişka rojavayî ya bajarê Mûsilê, operasyoneka berfireh a leşkerî bi beşdariya hêzên hevpar ên iraqî jibo azadkirina navçeya stratêjîk a El Herematê dest pê kirin.
Yehya Resûl, berdevkê operasyona hevpar a Iraqê ragihand: Hêzên ewlehiyê li pêşveçûna xwe ya jibo azadkirina hin navçeyan li bakûra pişka rojavaya Mûsilê, bi dehan terorîstî kuştin.
Operasyona leşkerî ya hêzên iraqî jibo azadkirina gundên Dicle, Hesûne û Hewasê ku giringiyeka stratêjîk jibo serdestiya li ser navçeyên din ên rojavayê Mûsilê û azadkirina wan hene, dest pê bûye.