Hişyariya artêşa Iraqê ji bo mêdyayan li bara weşandina derewan
Erkantiya qumandetiya operasyona hevpar a Iraqê, hişyarî da mêdyayên ku hewl didin bi weşana derewan, raya giştî bixalifînin û morala xelkê lawaz bikin.
Ebdulemîr Yarellah, qumandeyê operasyona Qadimûne ya Neynewa, ji dema destpêbûna operasyona ewlehiyê jibo azadkirina beşa bakûrî ya pişkarojavayî ya bajarê Mûsilê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê agahî da û got, hêzên dewletê bi piştevaniya hêzên gelanî yên Iraqê, wê kêmtir ji meheka din Mûsilê bi tamî ji bin lepên DAIŞ`ê azad bikin.
Li gorî rapora AL- ALAM`ê, erkantiya teblîxata şerrê Iraqê, hejmarên ku ji aliyê kanala El Cezîre ya Qeterê li bara kuştiyên hêzên beşdar li operasyona ``Neynewa em va tên`` hatine weşandin, red kir û got, ragihandina amara deqîq a kuştiyên piştî bidawîanîna vê operasyonê, derewên vê kanala piştgirê terorîstan piştrast dike.
Rojnama El Sebah a Iraqê ji zarê Usman El Xanimî, serokê erkantiya hevpar a artêşa Iraqê nivîsî: Mûsil, herî zêde yê di sê heftiyên din, wê bi tamî azad bibe.