Balafirên Amer'kayê Mûsil bombebarankirin 68 kesên sivîl hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i260246-balafirên_amer'kayê_mûsil_bombebarankirin_68_kesên_sivîl_hatin_kuştin
Çavkaniyên nûçeyan, sibeha îniyê ragihandin ku di encama bombebarana balafirên cengî yên Amerîkayê li rojavaya bajarê Mûsilê de, herîkêm 68 kesên sivîl hatin kuştin û 86 kesên din jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2017 07:12 Asia/Tehran
  • Balafirên Amer'kayê Mûsil bombebarankirin 68 kesên sivîl  hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan, sibeha îniyê ragihandin ku di encama bombebarana balafirên cengî yên Amerîkayê li rojavaya bajarê Mûsilê de, herîkêm 68 kesên sivîl hatin kuştin û 86 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora mêdyayên erebî, balafirên cengî yên Amerîkayê, cihê mayîna penaberên iraqî li taxa El Fethê ku ketiye rojavayê Mûsilê dan ber bombeyan.

Hîn rayedarên fermî yên Iraqê ev nûçeya ne piştrast kirine û ne jî ew red kirine.

Berî niha jî bi caran, balafirên cengî yên Amerîkayê bi şaşitî bargehên sivîlên iraqî li Mûsilê dabûne ber bombeyan.

Ji aliyê din ve DAIŞ`ê îdia kir ku di encama teqîna trombîleka bombekirî li derdora navçeya Meşîrefeyê li Mûsilê, hejmarek ji leşkerên Iraqî hatin kuştin yan jî birîndar bûn.