Heşdi Şeibî: Dûr nine ku Ebûbekir Bexdadî li Dîyale yan Selahedînê be
Yek ji fermandeyên hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê îro got: Dûr nîne ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê koam têrorîst a DAIŞ`ê li Dîyale yan Selahedînê be.
Cebar Meimûrî got: Hemî hilkolandin û nirxandinên lêzanînên nav û deveryî Iraqê nîşan didin ku Bexdadî li Mûsilê, derdora wê û yan derveyî sînorên hin bajarên Sûrîyê ye lê belgeyeke berbiçav di vî warî da tineye. Wî herwiha got: Dûr nîne ku Bexdadî li yek ji veşartgehên DAIŞ`ê li sînorên Selahedîn û yan Dîyalê be ji ber ku wir jibo wî ewleh e.
Li gorî nûçeyeke din, di encama bomberana bakûra rojavaya Mûsilê ji hêla balafirên hevalbendîya navnetewî va, 11 kes ji malekê hatin kuştinê. Hêzên ewlehîyê li opêrasyona Qadêmûn ya Nêynewayê karîn gellek deverên Mûsilê azad bikin û îro opêrasyonek bi piştgirîya hevalbendîya bin rêvebirîya Amerîkayê li bakûra Mûsilê destpê kirin.
Evdilemîr Yarulah fermandeyê opêrasyona Qadêmûn ya Nêynewayê îro ragihand ku opêrasyona hêzên ewlehîyê jibo azadkirina bakûra beşa rojavaya Mûsilê ji wan deverên Meşîrfe, Kenîse û Herematê destpê bû.
Yekîneyên artêşa Iraqê pêkhatî ji pişka 7 a zêrêhî, pişka 70 û pişka 15, hêzên polîsên fêdêral û hêzên berteka lezgîn êrişa ser bakûra beşa rojavaya Mûsilê destpê kirin.
Serleşker Osman Ganimî serokerkanê artêşa Iraqê jî got ku Mûsil herîzêde yê di 3 hefteyên bê da tam were azadkirinê.
Ji hêla din va Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê vê dawîyê behsa planên nû jibo azadkirina bajarên zêdetir li parêzgeha Nêynewayê kiribû.
Li gorî nûçeyeke din, artêşa Iraqê opêrasyoneke nû jibo paqijkirina rojavaya çola parêzgehas Enbarê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê destpê kir.
Serleşker Mehmûd Felahî fermandeyê biryargeha opêrasyona parêzgeha Al Anbar a Iraqê li bara destpêbûna opêrasyona paqijkirina çola vê parêzgehê agahî da.
Amerîkayê jî nêzî 300 marînzên xwe li parêzgeha Al Anbarê bicih kirin, bêyî ku li bara vê meimûrîyetê agahîyekê belav bike.