Bêserûşûnbûna bi hezaran kesî li Iraqê
Navenda Çavdêra Mafên Mirovan a Iraqê, ji wendabûna zêde ji hezar kesî li navçeyên çerrtêde yên parêzgehên El Enbar li rojavayê û Neynewa li bakûrê Iraqê agahî da.
Li gorî rapora Iraq Press`ê, Navenda Çavdêra Mafên Mirovan a Iraqê, li raporekê bal kişand ser pêwîstiya lêkolîna dewleta Bexdayê li bara wendabûna welatiyên vî welatî li navçeyên operasyona leşkerî ya dijî DAIŞ`ê û ragihand: Bi dû qebûlkirina Iraqê ya konvansiyona navneteweyî ya parastina hemî kesan ji wendabûnê (ICPPED) li 24`ê Mijdara 2010`an, hewldana Bexdayê jibo pêşîlêgirtina ji wenadabûna mirovan û nasîn û cezakirina sebebkaran pêwîst e.
Elî El Ehmedî, waliyê bajarê El Hezerê li başûrê Mûsilê (bakûrê Iraqê) li gotûbêja bi riya têlêfonê bi Navenda Çavdêra Mafên Mirovan got: Nêzî 160 ciwanan, kêmtir ji heftiyekê beriya niha dema revîna ji bajarê El Hezerê ber bi kempa Um Ul Cerabîê, wenda bêserûşûn bûne û tu agahiyek ji çarenivîsa wan tuneye.
Kempa Awareyan a Um Ul Cerabîê ketiye başûrê rojavaya Mûsilê.
Eyd Emaş, endamê konseya parêzgariya El enbarê jî, 22`ê Nîsnê got: Nêzî hezar û şeşsed kesên sivîl ên xelkê vê parêzgehê, piştî operasyona leşkerî wenda bêserûşûn bûne û ev konseya, navên van kesana û dema wendabûna wan heye.
Mihemed El Kerbulî, endamê Komîteya Ewlehî û Berevaniya Meclisa Iraqê jî ji bêserûşûnbûna nêzî sê hezar kes ji xelkê navçeyên azadbûyî ji destê koma terorîst a DAIŞ`ê agahî da.