Opêrasiyona nû ya hêzên iraqî li bakurê bajarê Mûsilê
Berdevkê fermandeyê opêrasiyona hevpar a azadkirina Mûsilê got ku hêzên ewlehî û leşkerî yên Iraqê ji berbanga pêncşemiyê va opêrsiyonek li bakurê Mûsilê dest pê kirine.
Li gorî rapora IRNA`yê, Berdevkê fermandeyê opêrasiyona hevpar a azadkirina Mûsilê, sertîp Yehya Resûl got ku hêzên ewlehî û leşkerî yên Iraqê ji berbanga pêncşemiyê va opêrsiyonek li bakurê Mûsilê dest pê kirine û ev opêrasiyon li taxên Muşîrfe û Kenîse û Hermatê pêk tê.
Erkantiya ragihandina şêr jî ragiahnd ku hêzên leşkera 9`ê ya artêşê digel hêzên lezbetek beşdarî vê opêrasiyonê bûne û dixwazin beşa bakurê Mûsilê azad bikin.
Heta niha hêzên iraqî karîne ji sedî 70`ê rojavaya Mûsilê azad bikin,
Hêzên iraqî bi vê opêrasiyonê bereyeke nû li dijî têroîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê vekirin, da ku bi vî awayî hêza vê koma têrorîst li hefteyên dawî da hewil daye mizgefta dîrokî ya Nûriyê biparêze, têk bibin.