20 terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i260066-20_terorîstên_daiŞ_ê_li_rojavaya_mûsilê_hatine_kuştin
Qumandê Polîsê Iraqê ragihand; 20 terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2017 03:54 Asia/Tehran
  • 20 terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hatine kuştin

Qumandê Polîsê Iraqê ragihand; 20 terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Raêd Şakir Cewdet qumandê Polîsê Iraqê destnîşan kir; Li operasiyona sêşemê ya hêzên iraqî dijî terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê 20 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Raêd Şakir Cewdet herwisa ragihand ku li vê operasiyonê 3 hêzên polîsê Iraqê jî hatine kuştin.

Li gorî nûçeyekî din ji Iraqê, bingehên ewlehiya vî welatî ragihandine Îbrahîm Ebd El-Bedrî yek ji kesên nîzikî Ebûbekr Bexdadî serkirdeyê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedînê li bakûra vî welatî hatiye girtin.

Bingehên ewlehiya Iraqê herwisa ragihandine terorîstên tekfîrî li sînorê vî welatî tev Sûriyê carek din dest bi cinayetên nû kirine û hinek din ji xelkê sivîle Iraqê kuştine.

Ebdulrehîm El-Şimrî serokê komîsiyona mafên mirovan li parlemana Iraqê jî got: Terorîstên DAIŞ`ê li nîzikiya sînorê vî welatî tev Sûriyê 30 aware kuştine û 100 awareyên din jî birîndar kirine.

Hatiye ragihandin para pirtir a kuştî û birîndaran jin û zarok bûne.