Bexdayê îzna xebata partiya nû ya êzdiyan li Şingalê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i260050-bexdayê_îzna_xebata_partiya_nû_ya_êzdiyan_li_Şingalê_da
Li bajarê Şingalê ser bi parêzgeha Neynewayê, partiyeke nû ya êzdiyan hatiye avakirin û destûra fermî ya xebata xwe ji Bexdayê wergirt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2017 14:55 Asia/Tehran
  • Bexdayê îzna xebata partiya  nû ya êzdiyan li Şingalê da

Li bajarê Şingalê ser bi parêzgeha Neynewayê, partiyeke nû ya êzdiyan hatiye avakirin û destûra fermî ya xebata xwe ji Bexdayê wergirt.

 Li gorî rapora  Kurdpressê ji zarê radyo Newayê, Xidis Salih, serokê konseya êzdiyên  Şingalê diyar kir: Piştî sal û nîvekê, hikûmeta Iraqê bi fermî îzna xebata  partiya  azadî û demokrasiya êzdiyan da .

Li gorî gotina serokê konseya  êzdiyên Şingalê, partiyên ku pêştir li Şingalê xebat kirine, nunerê partiyên din bûne ne nunerê êzdiyan lê partiya Padiyayê, dê bibe nunerê rastîn ê êzdiyan.

 Xidir Salih li bara bernameyên  partiya Padyayê jibo bidestxistina  kursiyê li parlemana  Iraqê got : Tê payîn partiya Padyayê zêde ji du kursiyên  parlemanê bi dest bixe herçend hîn  endamên wê kivş enbûne lê ger şêwaza xebata wê pêkan û di xizmeta êzdiayn be bêguman dê hejmara endamên wê zêdetir bibe.