Cinayeta nû ya DAIŞ`ê dijî awareyan li Nêynewaya Iraqê
Koma têrorîst a DAIŞ`ê vê sibê dibistaneke seretayî li taxa Muhendisînê li bakûra Mûsilê da ber hawanan ku di encamê da 6 kes hatin kuştinê û 5 kes jî birîndar bûn ku 3 kes ji kuştîyan xwendekar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Nayif Şemerî endamê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya parlimana Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku koma têrorîst DAIŞ`ê îro hejmarek awareyên ku ber bi sînorên Sûrîyê va direvîn, li derîyê sînorî yê Eslîbîyê dan ber gulleyan.
Li gorî vê daxûyanîyê, têrorîstên DAIŞ`ê ku xwe di nav awareyan da veşartibûn, li derîyê sînorî yê Eslîbîyê rahêştin sîlehên xwe yên li maşînan û awareyên Nêynewayê dan ber gulleyan û hejmarek ji wan kuştin û birîndar kirin.
Hejmara kûştî û birîndarên vê bûyerê bi hegera qedexeya hatin û çûyînê li vê deverê nehatîye zanîn.