Alugurên ewlehiyê yên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i260008-alugurên_ewlehiyê_yên_iraqê
Çavkaniyên ewlehiyê li parêzgeha Selahedîna Iraqê ragihandin ku du êrişkar hatine kuştin ku dixwestin li rojhilata Samerayê operasyonê cih bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2017 11:39 Asia/Tehran
  • Alugurên ewlehiyê yên Iraqê

Çavkaniyên ewlehiyê li parêzgeha Selahedîna Iraqê ragihandin ku du êrişkar hatine kuştin ku dixwestin li rojhilata Samerayê operasyonê cih bînin.

 Çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha  Selahedînê li gotûbêja  bi kanala televîzyonî ya Someiye Newsa Iraqê re diyar kir: Hêzên Heşdî Şebî bi hevdengiya  tev hêzên ewlehiyê îro  êrişa ser du sebebkarên  teqînê ser navendên  bicihbûna  hêzên polîs li rojhilata  Samerrayê bêencam kirin.

Li dû bêencamkirina  êrişên terorîstî, qayîde û qirarên  qedexetiya hat û çûyînê li Samerrayê hat ragihandin.

 Ji aliyê din ve, çavkaniyeke  ewlehiyê li fermandehiya operasyona  Selahedînê li bara bêencamkirina  êrişa DAIŞ`ê ser bakurê çola El-Semîniyê li parêzgeha  Selahedînê ji aliyê hêzên artêşê û polîsê Iraqê agahî da .

 Li gorî vê raporê, Hêzên ewlehiyê tevî têkbirina  grûpa êrişkar, cebilxanên wan jî îmha kirin lêhin ji  sebebkarên  terorîstî revîne  çolê.

 Li gor nûçeyeek din ji wezareta  berevaniyê ya Iraqê ragihand: Fermandehiya  hêza hewayî bi hevdengiya dayira giştî ya  lêzanîn  û ewlehiay vî welatî depoyeke  madên teqînê û navendeke  fermandehiya DAIŞê li navça Hawî El-Kenîsê li Mûsilê da ber êrişan ku li encama wê 13 endamên DAIŞê hatine kuştin.

 Fermandehiya polîsê parêzgeha  Diyalê li rojhilata Iraqê jî got: Hinek teqmenî û çek û sîleh li erdên cotkariyê yên bajarê Beqûbê li bakurê rojhilata Iraqê hatiye peydakirin û zewtkirin.

 Terorîstên DAIŞê piştî işkestên berdewam li hember hêzên iraqî bitaybet li parêzgehên  abkurî berê xwe dane  kuştina xelkê sivîl li bajarên  curbicure Iraqê.