Alugurên ewlehiyê yên Iraqê
Çavkaniyên ewlehiyê li parêzgeha Selahedîna Iraqê ragihandin ku du êrişkar hatine kuştin ku dixwestin li rojhilata Samerayê operasyonê cih bînin.
Çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Selahedînê li gotûbêja bi kanala televîzyonî ya Someiye Newsa Iraqê re diyar kir: Hêzên Heşdî Şebî bi hevdengiya tev hêzên ewlehiyê îro êrişa ser du sebebkarên teqînê ser navendên bicihbûna hêzên polîs li rojhilata Samerrayê bêencam kirin.
Li dû bêencamkirina êrişên terorîstî, qayîde û qirarên qedexetiya hat û çûyînê li Samerrayê hat ragihandin.
Ji aliyê din ve, çavkaniyeke ewlehiyê li fermandehiya operasyona Selahedînê li bara bêencamkirina êrişa DAIŞ`ê ser bakurê çola El-Semîniyê li parêzgeha Selahedînê ji aliyê hêzên artêşê û polîsê Iraqê agahî da .
Li gorî vê raporê, Hêzên ewlehiyê tevî têkbirina grûpa êrişkar, cebilxanên wan jî îmha kirin lêhin ji sebebkarên terorîstî revîne çolê.
Li gor nûçeyeek din ji wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand: Fermandehiya hêza hewayî bi hevdengiya dayira giştî ya lêzanîn û ewlehiay vî welatî depoyeke madên teqînê û navendeke fermandehiya DAIŞê li navça Hawî El-Kenîsê li Mûsilê da ber êrişan ku li encama wê 13 endamên DAIŞê hatine kuştin.
Fermandehiya polîsê parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê jî got: Hinek teqmenî û çek û sîleh li erdên cotkariyê yên bajarê Beqûbê li bakurê rojhilata Iraqê hatiye peydakirin û zewtkirin.
Terorîstên DAIŞê piştî işkestên berdewam li hember hêzên iraqî bitaybet li parêzgehên abkurî berê xwe dane kuştina xelkê sivîl li bajarên curbicure Iraqê.