Hêzên Heşdi Şeibî piştî azadkirina Mûsilê, yê herin Kerkûkê
Fermandeyekî pilebilind ê hêzên Heşdi Şeibî li bakûra Iraqê ragihand: Opêrasyona azadkirina Mûsil û teleferê di qonaxên dawîyê da ye û piştî kutabûna erka li Nêynewayê, hêzên heşdi Şeibî yê jibo azadkirina Hewîce, Rîyza û Reşadê yê herin Kaerkûkê.
Ebûriza Necar yek ji fermandeyên pilebilind ên Heşdi Şeibîyê îro li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a IRNA`yê, got: Biryar bû ev sê dever li Kerkûkê berî destpêbûna opêrasyona Nêynewayê bên azadkirinê lê, fermandehîya gişt hêzên çekdar ên Iraqê biryar da ku destpêkê Mûsil û Telefer bên azadkirinê.
Necar herwiha pêkutî kir: Komkirina lêzanînan ji mêj va ye destpê bûye û gelê Iraqê yê bi zûtirkê nûçeyên baş li bara deverên hanê bibhîzin.
Wî herwiha got: Deverên Hewîce, Reşad û Rîyazê bi vê hegerê ku parêzgeha Kerkûkê bi pişka bakûr a parêzgeha Selahedînê va girê didin, carina têrorîst van deverana bikar tînin û carina êrişî Kerkûkê jî dikin.
Vî fermandeyê pilebilind ê Heşdi Şeibîyê li bara pevçûnên li nav Dozxormatoyê li başûra Kerûkê jî got: Ew bûyer nexwestî pêk tên û rewşa giştî li vî şarî hatîye kontrolkirin.