Fermanderekî DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259902-fermanderekî_daiŞ_ê_li_rojavaya_mûsilê_hat_kuştin
Fermandarê polîsê federal ê Iraqê qala kuştina berpirsê ``Leşkera Pêxasan`` a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2017 08:37 Asia/Tehran
  • Fermanderekî DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hat kuştin

Fermandarê polîsê federal ê Iraqê qala kuştina berpirsê ``Leşkera Pêxasan`` a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê kir.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya El Alemê, Raêd Şakir Cewdet fermandarê polîsê federal ê Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Polîsê federal bi hevahengiya firokeyên bêmirov û gurdana mûşekên rênimûnbûyî opêrasiyona xwe li nav rêzên dijmin domand û Ebu Ishaq El Tûnisî berprisên ``Leşkera Pêxasan`` a DAIŞ`ê û 4 kes ji cîgirên wî li rojavaya vî bajarî kuştin.

Li gorî nûçeyeke din, Firat El Temîmî nûnerê parêzgeha Diyaleyê li parlimana Iraqê, ragihand: ``Têrorîstan bi êrîşa li ser şivanên navçeya Hewz El Nêdayê du kes kuştin û sê kes jî birîndar kirin``.

Seid El Metlebî endamê komîteya ewlehiyê ya parêzgeha Bexadyê jî qala tevabûna ji sedî 90`ê dîwarê ewlehiyê yê Bexdayê kir û got: ``Dîwarê ewlehiyêy yê Bexdayê bi dirêjiyahiya 95 kîlomitrî û bi rûbera bi dehan kîlomitrî paytexta Iraqê ji çar hêlan va dorpêç kiriye û niha qonaxên wê yên dawiyê pêk tên``.

El Metlebî her wiha got: ``Bi danîna dîwarên elektronîkî û rawestgehên lêgerînê, çalakiya dîwarê ewlehiyê yê Bexdayê wê dest pê bike``.

Dewleta Iraqê bi avakirina vî dîwarî dil heye paytextê ji êrîşên têrorîstan biparêze.